21 August 2026 - 11:06
Source: kmr.abna24.com
Kî di derbarê Hicabê de biryarê dide?

Peyjirandina hîcabê (sergirtinê) di nava ciwan û xortan de, ji biryareke takekesî an tenê olî wêdetir, rasterast di bin bandora “komên referans” (malbat, heval û kesayetên civakî) de pêk tê. Di rastiyê de ciwan bi rêya kincên xwe, nasnameya xwe ya civakî û girêdana xwe ya bi komê re nîşan didin. Di vî warî de, Îmam Xomeynî tekezî li ser azadiya hilbijartinê û dûrketina ji her cûre zorê di mijara hîcabê de kiriye. Her wiha Rêberê Mezin ê Şoreşê, rêyên herî bibandor ên pêşxistina vê çandê, wekî “çêkirina mînakan bi rêya serkeftinên objektîf” (wek werzişvanên sergirtî) û “têkiliya bi rûmet û mirovane” digel kesên ku di vî warî de lawaz in, binav dike. Di Quranê de jî bi ayeta “کُونُوا مَعَ الصَّادِقِینَ” (Bi rastgo û qencan re bin), bal tê kişandin ser bandora hevaltiyê li ser baweriyê. Lewma, rêya herî rast a zêdekirina pejirandina hîcabê, ne dûrxistin an darizandina kesan e; belkî xurtkirina hevaltiyên erênî, afirandina mînakên serketî û parastina rûmeta mirovî ye.

Ligorî rapora ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlebeytê (s.x) – ABNA –Biryara ciwan û xortan li ser hilbijartina hîcabê (sergirtinê), ne tenê biryareke takekesî an tenê olî ye; belkî di nav torgilokeke tevlihev a bandorên civakî de pêk tê. Bi desteka daxûyanîyên Îmam Xumeynî û Ayetullah Xameneyî, tê dîtin ku hîcab, ji fermana olî wêdetir, wekî nîşaneke nasnameyê kar dike ku kes bi rêya wê, girêdana xwe ya bi komeke taybet nîşan dide. Li ser vê bingehê, awayên herî bibandor ên zêdekirina pejirandina hîcabê, divê li ser bihêzkirina komên referansa erênî, şûngirtina zexta hevalan bi “modelên bandor” (kesayetên mînak) û parastina rûmeta kesên ku di warê hîcabê de lawaz in, bêne rawestandin.

Çima du keçên heman temen û taxê, yek bi coş hîcabê qebûl dike û ya din li hember wê berxwedan nîşan dide? Gelo tenê miqdara dînîtiya takekesî faktora wê ye? Tecrubeya jiyana ciwanan nîşan dide ku bersiva vê pirsê, ji baweriyên kesane pir dûrtir e. Jîngeha civakî, koma hevalan, hawîrdora malbatê û heta jî modelên medyayê, roleke diyarker di vê hilbijartinê de dilîzin [1]. Bi gotineke din, biryara hîcabê, ji “hilbijartineke takekesî” zêdetir, “fenomeneke civakî” ye ku di nav hawîrdora têkiliyên hevûdûdugirtinê de wate digre [2]. Ji ber vê yekê, bi armanca lêkolîna van bandorên civakî û bi îlhama daxûyanîyên her du rêberên şoreşê, em dikarin bersiva vê pirsê bidin ka komên referans çawa û bi çi mekanîzmayekî, li ser nêrîn û helwesta kesî ya di warê cilûberg de bandorê dikin.

Bingehên Teorîk û Nêrînên Rêberên Şoreşê

  1. Teoriya Nasnameya Civakî û Rola Komê ya Referansê:

Li gorî teoriya “Nasnameya Civakî” ya ku ji aliyê Tajfel û Turner ve hatiye pêşkêş kirin, kesan ne tenê “nasnameya takekesî” heye, lê beşekî girîng ê “nêrîna xwe ya li ser xwe” (self-concept) ji endamtiya di komên civakî de (wek koma hevalan, hevalên dersê) werdigirin [3]. Ev hewesa “lihevkirinê” bi komê re, di warê cilûberg de pir xurt e, ji ber ku cilûberg, herî zû û herî bi bandor peyama derbarê nasnameya civakî ya kesî de ji yên din re dişîne [4]. Lêkolînan nîşan daye ku xerîdarên ciwan, bi taybetî di temenên xortanî û destpêka mezinbûnê de, bi tundî di bin bandora zexta hevalan û hewcedariya lihevkirinê bi koma referansa xwe de ne [5].

  1. Teqezî li ser Hevalbendiyê di Daxûyanîyên Rêberan de:

Ayetullah Xameneyî di şîretekî bingehîn de derbarê awayê bandorê li ser çandê, balê dikişîne ser rola koma referansê:

“Rêya bandora li ser wergir ji çanda biyanî, çi dibe bila bibe, rêya guhertinê jî ew e; ango eger wergir şêwazê porê xwe ji ber hezkirin û girêdana bi stêrkeke muzîkê an jî fûtbalîstekî hilbijartiye, divê koma referansa wî bê guhertin.” [6]

Ev gotin, tam li ser heman mekanîzmayê radiweste ku di teoriya nasnameya civakî de hatiye gotin: ji bo guhertina helwestê, divê koma referans û modelên kesî bên guhertin, ne ku tenê li ser helwestê bisekinin.

Îmam Xumeynî jî di bersiva rojnamevanekî îtalî de ku derbarê hîcabê pirsîbû, tekez kiribû ku pejirandina hîcabê divê bi dilxwazî be, lê di heman demê de girîngiya wê ji bo parastina edeba civakê jî rave kir. Wî got:

“Em ne mecbûr dikin” û “Ev ji bo wan hilbijartineke azad e, ew bi xwe hilbijartine. Hûn çi mafê we heye ku hûn vê azadiyê ji destê wan bistînin?” [7]

Ev daxuyanî nîşan dide ku pejirandina hîcabê divê ji hundir û bi hilbijartina azad a kesî pêk were, ne bi zorê – ku ev jî bi nêrîna bandorê li ser koma referansê re li hev taze, ji ber ku hilbijartina azad bi gelemperî di bin bandora koma ku kes pê ve girêdayî ye de ava dibe.

Encamên Lêkolînê û Lihevkirina Bi Daxûyanîyên Rêberan Re

  1. Malbat; Yekemîn Koma Referansê:

Malbat, yekemîn û herî bibandor koma referansê ji bo her kesî ye. Lêkolînan nîşan didin ku celebê malbatê, şêwaza perwerdeya dêûbav û çanda ku di malbatê de hukum dibe, bandorek rasterast li ser pêvajoya biryara ciwanan ji bo hîcabê heye [8]. Di vê navberê de, rola dayikê wekî çavkaniya sereke ya şêwirdarî û modelkirinê, pir girîng e [9]. Îmam Xumeynî di tekezkirina li ser parastina hîcabê di saziyên civakî de, girîngiya modelkirina pratîkî nîşan dide:

“Di wezaretên îslamî de divê jinên bêhîcab neyên hundir, jin here lê bi hîcab bin. Ti astengî nîne ku herin lê bixebitin, lê divê bi hîcaba şerîetî bin.” [10]

Ev tekezkirin li ser hebûna çalak a jinên bihîcab di qadên civakî de, bi xwe cûreyekî modelkirina komî ye.

  1. Têkiliya Mirovane û Rûmetdar Digel Lawazîya Hîcabê:

Yek ji girîngtirîn xalên ku ji daxûyanîyên Rêberê Mezin ê Şoreşê ji bo zêdekirina pejirandina hîcabê dikare bê derxistin, nêrîna mirovane û bêdarizandinî ya li hember kesên ku hîcaba wan temam nîne ye. Ew dibêjin:

“Ew kesên ku hîcabê bi awayekî temam nagirin, divê neyên sûcdarkirin bi bêdînî û dij-şoreşgerî… Ez ketim vê bajêr, gel dihata pêşiya min; dibe ku sêyeka gel jinên bi vî rengî bûn, digiriyan; nikare bêje ev dij-şoreşger e… Ev zarokên me ne, keçên me ne.” [11]

Ev daxuyanî, xalekî bingehîn ji bo zêdekirina pejirandina hîcabê heye: eger kesên bi lawazîya hîcabê, ji doza Îslam û şoreşê bên dûrxistin, ne tenê nêzî hîcabê nabin, lê ji eslê dîn û sîstemê jî dûr dikevin. Parastina pêwendî û rûmetê, bingeha guhertineke hêdî ya helwestê ava dike [12].

Îmam Xumeynî jî di bersiva pirseke derbarê mecbûriya hîcabê li ser jinên nû misilmanbûyî yên rojavayî de, li ser vê prensîbê tekez kir:

“Eger mecbûr kirina jinên rojavayî yên ku nû bi Îslamê re nas dibin ji bo bikaranîna hîcabê, bibe sedema neyînîbûna wan li hember Îslamê, hingê ne asteng e ku ew neyên mecbûr kirin.” [13]

Wî herwiha got:

“Qebûlkirina eslê Tevhid û Nebûwêt (Pêxembertiyê) di qonaxa yekem de ye û ji pêkanîna fermana girîngtir e û ev mijar, piştî qebûlkirina Îslamê, bi awayekî xwezayî û hêdî hêdî çêdibe.” [14]

  1. Modelkirina Erênî û Koma Referansa Serketî:

Rêberê Mezin ê Şoreşê, balê dikişîne ser yek ji bandortirîn awayên belavkirina hîcabê, ango modelkirina bi rêya serkeftinên objektîf:

“Di qadên werzişê de; hûn bibînin, keçên me diçin qadên werzişê, dibin qareman, zêr digrin bi hîcaba Îslamî; kîjan danasîna ji bo hîcabê ji vê çêtir e?” [15]

Ev daxuyanî, tam li ser heman mekanîzmaya koma referansê radiweste: Dema keçeke ciwan dibîne ku modela wê ya bijare û serketî – wekî qaremaneke werzişvan – bi hîcabê gihîştiye serkeftinê, hingê hîcab ji bo wê ne astengî, lê beşek ji nasnameyeke serketî û rûmetdar dibe. Ew her wiha dibêje:

“Di qadeke navneteweyî de ku bi mîlyonan kes ji piştî kamerayan temaşe dikin, ev keçika îranî diçe wir, madalya zêr digre, ala welatê xwe hildide û hingê bi hîcab radiweste; danasîna ji bo hîcabê ji vê çêtir, ji vê mezintir?” [16]

Girîngî û Bandora Hevalbendiyê li ser Baweriyê û Çalakiyê di Quranê de:

Xwedê dibêje: “وَ اصْبِرْ نَفْسَکَ مَعَ الَّذینَ یَدْعُونَ رَبَّهُمْ بِالْغَداةِ وَ الْعَشِیِّ یُریدُونَ وَجْهَهُ…” [17]

Ev ayet, li ser hilbijartina hevalbendên bawermend û bandora wê li ser berdewamiya riya dînî tekez dike. Hevalbendî bi komeke ku nirxên dînî dike navend, bi xwe dibe sedemeke ji bo sabît kirina van nirxan.

Herwiha dibêje: “وَ یَوْمَ یَعَضُّ الظَّالِمُ عَلی یَدَیْهِ یَقُولُ یا لَیْتَنی اتَّخَذْتُ مَعَ الرَّسُولِ سَبیلاً… لَقَدْ أَضَلَّنی عَنِ الذِّکْرِ بَعْدَ إِذْ جاءَنی…” [18]

Ev ayet, bandora xerab a hevalbendê nebaş nîşan dide û dibêje ku heval û koma referansê, dikarin bibin sedema dûrketina ji riya rast.

Dibêje: “یا أَیُّهَا الَّذینَ آمَنُوا اتَّقُوا اللَّهَ وَ کُونُوا مَعَ الصَّادِقینَ” [19]

Ev ayet, bawermendan fermana hevalbendî bi rastgo û qencan dide û nîşan dide ku “bi kesekî re bûn” bi xwe rêkar û fermanek e ji bo bihêzkirina teqwâyê.

Ji ber vê yekê, li gorî encamên psîkolojiya civakî û tekezkirinên rêberên şoreşê, pejirandina hîcabê, ji her tiştî zêdetir, fenomeneke komî û torgilokî ye. Ji bo zêdekirina pejirandina wê, divê jîngeha civakî û komên referans bên armanckirin:

  1. Bihêzkirina Komên Referansa Erênî: Li şûna balê bixin ser kesan, divê li ser avakirin û bihêzkirina hevaltiyên erênî û malbatên ku di wan de hîcab, wekî rengekî civakî yê qebûlkirî û bi rûmet e, tekez bê kirin [20].
  2. Modelkirin bi rêya Serkeftinên Objektîf: Weke ku Rêberê Şoreşê bal kişand ser modela qaremanên werzişê, bikaranîna modelên serketî û bijare di qadên cûr be cûr de ku hîcabê bi serkeftinî re li hev tînin, pir bibandor e [21].
  3. Dûrketina ji Dûrxistin û Darizandinê: Nêrîna mirovane û parastina rûmeta kesên bi lawazîya hîcabê, wekî stratejîyeke bingehîn di daxûyanîyên Rêberê Şoreşê û Îmam Xumeynî de, bingeha guhertineke hêdî û pejirandinê ji hundir ava dike [22].
  4. Şûngirtina Zimanê Fermana bi Zimanê Hevxemî: Di malbat û dibistanan de, li şûna tekez kirina li ser erkê, divê li ser feydeyên derûnî û civakî yên hîcabê û rola wê di avakirina nasnameyeke civakî ya erênî de bê sekinîn [23].

Di dawiyê de, hîcab dikare wekî “kapîtalek civakî” tevbigere ku bi rêya wê, kes bi civaka xwe ya mezintir ve tê girêdan û bi modelkirina erênî û parastina rûmetê, hêdî hêdî di çanda civakê de tê cihgirtin.

Jêder

  1. Şems Necefabadî, Fatime. Bandora faktorên civakî (malbat, koma hevsalan...) li ser şêwaza cilûbergê keçên dibistanên navîn, tezê masterê, Zanîngeha Tehranê, 1395.
  1. Rehmanî, Mihemed. Analîza civakî ya pirsgirêka hicabê, Kovara Zanistên Civakî, hejmar 42, 1387, rûpel 112–135.
  1. Tajfel, H., & Turner, J. C. (1979). An Integrative Theory of Intergroup Conflict. Di: W. G. Austin & S. Worchel (Ed.), The Social Psychology of Intergroup Relations (rûpel 33–47). Monterey, CA: Brooks/Cole.
  1. Sani, F., & Thompson, L. (2001). We Are What We Wear: The Emergence of Consensus in Stereotypes of Students' and Managers' Dressing Styles. Social Behavior and Personality, 29(7), 695–700.
  1. Chan, C., Berger, J., & Van Boven, L. (2012). Identifiable but Not Identical: Combining Social Identity and Uniqueness Motives in Choice. Journal of Consumer Research, 39(3), 561–573.
  1. Malpera Agahdariyê ya Ofîsa Parastin û Weşandina Berhemên Ayetullah Xameneî, axaftina di civîna endamên Stada Vejandina Emr bi Marûf û Nehî ji Munker de, 26/03/1394.
  1. Sahîfeya Îmam, cild 5, rûpel 520–521, bersiva rojnamevanekî Îtalî, 1358.
  1. Mihemedî, Zehra. Rola malbatê di civakîbûna hicabê de, Kovara Lêkolînên Malbatê, hejmar 28, 1390, rûpel 45–62.
  1. Huseynî, Meryem. Modelbûna dayikê û bandora wê li ser cilûbergê keçan, Kovara Psîkolojiya Perwerdehiyê, hejmar 34, 1393, rûpel 78–95.
  1. Sahîfeya Îmam, cild 12, rûpel 301, axaftina di nav karmendên Wezareta Karên Navxweyî de, 1361.
  1. Malpera Agahdariyê ya Ofîsa Parastin û Weşandina Berhemên Ayetullah Xameneî, axaftina di civîna gelê Kurdistanê de, 28/04/1388.
  1. Babaî, Elî û hevkaran. Rola hicabê di tenduristiya derûnî de, Kovara Matîn, hejmar 52, 1390, rûpel 145–168.
  1. Portala Îmam Xomeynî (r.a)، fetwayan, mijara: hicaba jinên nûmisilman ên Rojava.
  1. Heman jêder.
  1. Malpera Agahdariyê ya Ofîsa Parastin û Weşandina Berhemên Ayetullah Xameneî, axaftina di civîna werzişvanan de, 22/07/1393.
  1. Heman jêder.
  1. Qur'ana Pîroz, Sûreya Kehf, ayet 28.
  1. Qur'ana Pîroz, Sûreya Furqan, ayetên 27–29.
  1. Qur'ana Pîroz, Sûreya Tevbe, ayet 119.
  1. Rizaî, Ehmed. Rola komên referansê di guhertina helwestên olî de, Kovara Psîkolojiya Olê, hejmar 15, 1394, rûpel 92–110.
  1. Malpera Agahdariyê ya Ofîsa Parastin û Weşandina Berhemên Ayetullah Xameneî, axaftina di civîna werzişvanan de, 22/07/1393.
  1. Portala îmam Xomeynî (r.a)، Di ramanên Imam Xomeynî de: Hicab li dijî azadiyê nîne.
  1. Nadirî, Izzetullah. Lêkolîna civaknasiya faktorên ku li ser bedhicabiyê bandor dikin, Komela gotarên Konferansa Neteweyî ya Iffet û Hicab, Zanîngeha Payam-e Nur a Alşeterê, 1396, rûpel 22–45.

Fîrûze Dildarî (lêkolîner, çalakvanê medyayê û cîhana dijîtal).

Etîket

  • Hicab
  • Koma Hevalan
  • Koma Malbatê
  • Komên Civakî

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha